Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat Bang li Sessions Dikin ku Dest ji Kar Berde


Wezîrê Dadê Jeff Sessions

Demokratên Kongresê bang li Wezîrê Dadê Jeff Sessions dikin ku xwe li dervayê lêpirsîna maytekirina Rûsan ya di hilbijartinên Amerîkî de bigire yan jî dest ji kar berde, piştî ku eşkere bû Sessions sala borî bi balyozê Rûsî re civîye.

Sessions di dema kempeyna hilbijrtina seroktî de piştgirîya Serok Donald Trump kiribû û dema senatorî dikir, wek şîretvan ji wî re kar kiribû.

Sessions piştî ku bûbû berbijarê wezareta dadê, derketibû pêş Civata Senatoran û li wî hatibû pirsîn ku eger delîl peyda be ku kempeyna Trump bi Rûsan re nav peywendîde bû, ewê çi bikira.

"Ez bi Rûsan re neketime ti peywendîyan û nikarim li ser vê mijarê şîrove bikim," Sessions hîngê gotibû.

Di demên dawîyê de eşkere bû ku Sessions ligel balyozê Rûsî yê li Washingtonê Sergei Kislyak, di Tîrmehê de li Kongreya Netewî ya Komarîyan û dû re jî li Kongresê kom bûbû.

XS
SM
MD
LG