Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Hîzbullah û Çend Komên Pirnetewî Wek Rêxistin Tawankarî bi Nav Dike


Wezîrê Dadê yê Amerîka Jeff Sessions îro Duşemê got ku wî pênc kom wek rêxistinên tawankarî yên pirnetewî bi nav kirine ku nav wan de Hîzbûllah û MS-13 jî hene.

Sessions da zanîn ku ew rêxistin dê bibin armanca kontrol û lêpirsînên tûndtir û hikûmet wê ji nêzve wan bişopîne.

Wî herwiha got ku Sinaloa Kartel, Clan de Golfo û Kartel de Jalisco Nueva Generacion jî wê ji alîyê Amerîka ve werin armanc kirin.

“Tîmeke taybet ku ji qacaxcîtîya madeyên hişbir, terorîzm, tawankarîya rêxistinkirî, şûştina diravan pêk tê, dê li ser kes û torên ku piştgirî didin Hîzbullahê vekolînan bikin, “Sessions got.

Hîzbullah piranî li Lubnanê aktîf e û di şerê navxweyî ya Sûrîyê de jî piştgirîya hikûmeta Sûrî dike.

XS
SM
MD
LG