Walîyê Ruha Hasan Şildak bang li welatîyan kir ku li kanalên avdanê û bendavan avjenîyê nekin.
Şildak dîyar kir ku bi zêdebûna germahîyê re kesên li cîhên wisa avjenîyê dikin zêde bûne û hişyarî da.
"Kanalên avdanê, bendav û cîhên wek wan ne cîhên avjenîyê ne. Li van cîhan divê ti kes xwe neavêje avê ku jixwe hatiye qedexe kirin jî."
Wî got ku divê dê û bav bi taybetî jibo zarokan baldar bin ku ew neçin cîhên wisa.
Şildak da zanîn ku îsal heta niha 17 kes di kanalên avdanê û bendavan de fetisîne ku ji wan 12 zarok in.
Pisporên avjenîyê dibêjin ku jiber ku li kanalên avdanê û bendavê pêlên xurt hene carnan avjenî têra xwerizgarkirinê nake.
Raport nîşan didin ku li herêma ku havînan yek ji herêmên herî germ yên Tirkîyê ye her sal bi qasî 100 kes di kanalên avdanê û bendavan de difetisin.
Jêder: ANKA