Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredareke Din ya Kurd li Tirkîyê Te Girtin


Bajarvana Edremit ya Wanê, Sevil Rojbin Çetin

Ajansa AFP radigihîne ku polîsên Tirk bajarvanekî din yê Kurd desteser kir, bi sedema ku wê xweserî ragihandiye.

Sevil Rojbin Çetin, şaredara Edremit ya Wanê, bi binpêkirina qanûna bingehîn tê sûcdar kirin.

Roja berê jî dadgehe Tirk 5 bajarvanên Kurd desteser kiribûn, bi sedema ku ew hewil didin bi rêka piştevanîkirina ragihandina xweserîyê, yekîtîya netewî ya Tirkîyê hilweşînin.

Di demên dawî de tundî li Tirkîyê, taybetî jî li herêmên Kurdan pirtir bûye û gelek sîvîl, hêzên ewlekarî û şervanên PKK jîyana xwe hinda kirine.

XS
SM
MD
LG