Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jina Çalakvan Seyran Mihemed li Hewlêr Tê Girtin


Seyran Mihemed jina Çalakvan li Hewlêr

Rêxistina Çapik bo pêşxistina mirov û çalakiyên jinan roja Pêncşemê daxuyaniyek di malpera xwe ya Facebookê da weşand û da zanîn ku nûnera rêxistina wan jina çalakvan Seyran Mihemed li bajarê Hewlêr ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tevî 2 zarokan hatiye girtin.

Şaxewan Dokanî berpirsê rêzxistina Çapik bo pêşxsitina mirovan û çalakiyên jinan gote Dengê Amerîka "Seyran Mihemed nûnera rêxistina wan bû li parêzgeha Hewlêr, dema ligel zarokên xwe li bazarê cilên lenge-Destê duyê bû tevî zarokên xwe, tîmeke hêzên ewlehiyê ew girtine û xistine di zîndanê da".

Tê gotin ku, Seyran bi tawana handana gel bo beşdariya di xwepêşandanan da hatiye girtin. Herwiha tê gotin ku Seyaran kesek nêzîkî tevgera Partiya Karkerên Kurdistan PKKê ye.

Piştî desteser kirinê Seyran hatiye veguhastin bo beşê çaksaziya jinan û zarokan û dosiya wê hatiye guhertin û tê behis kirin ku bo asayişa Hewlêr hatiye veguhastin, herwiha tê gotin ku Seyran li ser bîr û ramanên azad hatiye girtin, rêxistina Çapik dibêje, Seyranê di malpera xwe ya facebookê da çend post weşandine hatiye girtin, herçende ew post derbirînê ji raya wê ya şexsî dikin nek ya rêxistina Çapik, jiber ku karê rêxistinê karên medenî dike li Herêma Kurdistanê û Ewrupa.

Daxwaz tê kirin ku Seyaran bihê azad kirin, jiber ku du zaro ligel dane, ji derveyî karê rêxistina Çapik Seyran xwedî aşxaneye û dokana çêkirina xwarinê heye li bazarê Hewlêr.

Li aliyek din Zaya Petrûs, Serokê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov li Herêma Kurdistana Îraqê gote Dengê Amerîkas "haya wan ji girtina jina çalakvan heye û ew bi biryara dadgerî hatiye girtin, û em weke deste dikarin tenê lêkolîn bikîn, lê em nikarin destê xwe bixin nav karên dadweriyê, girtina wê têkildarî rewşa niha û xwepêşandanên vê dawiyê ye, em çaverê bûn ku kesek gilîiyê wê bike, lê heta niha kesekî skala pêşkeş nekiriye da ku bibe fermî."

Derabrê sedemên desteser kirina jina çalakvan Seyran Mihemed, ji aliyê Asayişa Hewlêrê ve, Dengê Amerîka xwe gihandiye Rêveberê Giştî yê Asayişa Hewlêr Tariq Norî, lê Norî amade nebû derbarê girtina Seyranê daxuyanî bide.

Wek tê zanîn çend rojin li bajarên herêma Kurdistana Îraqê çendîn kes ji aliyê hêzên ewlkariyê ve hatine girtin û şûnda hin ji wan hatine berdan. Derabrê girtina çalakvan Seyran Mihemed, çalakvanên civak sivîl. Rojnamevan û kesên ji tex û çînên cûda dest bi kampeyna piştevania azad kirina Seyran Mihemed kirine.

Beşdarên kampeynê daxwaz ji wezareta navxwe, polîsîn Hewlêr û wezareta karûbarên civakî dikin ku derhal Seyran Mihemed û zarokên wê bihên azad kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:41 0:00

XS
SM
MD
LG