Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters Radigihîne ku di Êrîşeke Xwekujî de 4 Kes li Şamê Hatine Kuştin


Wêneyeke arşîvê ji taxa Kafr Sousa

Ajansa Reuters radigihîne ku di êrîşeke bombeyî de herî kêm 4 kes li paytaxta Sûrîyê, Şamê hatine kuştin.

Reuters ji zarê televîzyona dewleta Sûrî ragihand ku ku êrîş bi otomobîleke bombebarkirî hate kirin û taxa Kafr Sousa ya paytaxt hate armanc kirin.

Ajansa bal dikşîne ku li Kafr Sousa jimareke navendên sazîyên ewlekarî cîh digirin û gelek polîs deverê diparêzin.

Heta niha zelal nebû ku êrîş ji alîyê kê ve hatiye kirin.

XS
SM
MD
LG