Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Pêdeçûnê Daxwaza Şemîma Begum ya Ser Mafê Hemwelatîbûna Brîtanî Red Kir


Dadgeha Pêdeçûnê ya Londonê îro Înê daxwaza temyîzê ya jina Brîtanî Şemîma Begum ya hember sitandina statuya hemwelatîbûnê ya Brîtanî red kir.

Begum wek keçeke xwendekar çûbû Sûrîyê ku bikeve nava rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ).

Hikûmeta Brîtanî di sala 2019’an de bi sedema ewlekarîya netewî statuya hemwelatîbûnê ji Begumê sitandibû û ew piştî demeke kurt ku ew li kampeke desteserkirinê ya li Sûrîyê hatibû dîtin.

Begum, ku niha 24 salî ye, dibêje ku biryara sitandina mafê hemwelatîbûna Brîtanî ne qanûnî ye jiber ku hikûmetê li pêş çavan negirt ku ew qurbanîya qaxcîtîya mirovan e.

Dadgeheke nizimtir ew îdiaya Begum di Sibata 2023’yan de red kiribû û parêzerên wê doz biribû pêş Dadgeha Pêdeçûnê ya Londonê ku ew jî îro heman biryar da.

Hikûmeta Brîtanî kêfxweşîya xwe ya ser biryarê dîyar kir. Berdevkekî Wezareta Navxweyî ya Brîtanî got ku karê wan yê serekî parastin û ewlehîya Brîtanya ye.

Parêzerên Begum bang li Brîtanya dikin ku Begum û Brîtanîyên din yên li Sûrîyê vegerîne welêt û xemsarîya hikûmetê wek kiryareke rûreş bi nav dikin.

Rêxistina Rights and Security International radigihîne ku hikûmeta Brîtanî ji Berfanbara 2019’an vir ve 17 kes ji Sûrîyê anîne Brîtanya.

XS
SM
MD
LG