Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Shanahan: Xurtkirina Hebûna Me ya Leşkerî li Rojhilata Navîn Çavê Îranê Tirsand


Wezîrê Berevanîya Amerîka yê Serkar Patrick Shanahan îro Sêşemê got ku pêngavên bo xurtkirina hebûna leşkerî ya Amerîka li Rojhilata Navîn, çavê Îranê tirsandiye.

Shanahan dîyar kir ku xurtkirina hebûna leşkerî ya Amerîka rê li ber êrîşên muhtemel yên Îranê yên dijî wan jî girt.

"Gotina min nayê wê wateyê ku gefên Îranê ji holê rabûne. Helwesta me bi zelalî ji Îranê re nîşan da ku emê çi bikin û li gor wê hesabê xwe bikin," Shanahan li Pentagonê ji nûçegîhanan re got.

Hêjayî bîrxistinê ye karbidestên payabilind yên rêvebirîya Trump îro derdikevin pêş Kongresê û derheqa mijara Îranê agahî didin encamên Civata Senatoran û Civata Nûneran.

Bilî Shanahan, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, Serokê Hêzên Hevbeş General Joseph Dunford û nûnerên ji civaka îstixbaratî yên Amerîkî wê di rûniştina taybat de amade bin.

XS
SM
MD
LG