Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Shea Dibêje Amerîka Nikare Berpirsîya Ser Kampên li Bakurê Sûrîyê Bidomîne


Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Dorothy Shea îro Çarşemê li Civata Ewlekarî ser kampên li bakur û rojhilata Sûrîyê axifî.

Shea dîyar kir ku ew nikarin piştgirîya jibo rêvebirin û ewlekarîya wan kampan ku têde kesên girêdayî Dewleta Îslamî (DAIŞ) têde ne heta hetayê bidomînin.

‘’Amerîka ji demeke dirêj vir ve beşeke mezin ya vî barî girtiye ser milên xwe. Dawîya dawî ew kamp ji alîyê diravî nikarin bi awayekî rastexwe di bin berpirsîya Amerîka de bimînin.’’

Wî bang li dewletan kir ku hemwelatîyên xwe yên li wan kampa girtî ne bi awayekî demûdest vegerînin welatên xwe.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) do Sêşemê dîyar kiribû ku hin malbatên Îraqî û Sûrî hazirîyê dikin ku ji kampên li bakur û rojhilata Sûrîyê derkevin.

SOHR’ê 9’ê Sibatê ragihandibû ku 115 malbatên ku endamên DAIŞ’ê ne ji Kampa El-Hawl derketine û ber bi Îraqê ve çûne.

Jêder: Reuters, SOHR

XS
SM
MD
LG