Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Di Êrîşên Serhildayan de 18 Kes li Şêx Maqsud Hatin Kuştin


Taxa Şêx Maqsud di bin êrîşan de ye
Taxa Şêx Maqsud di bin êrîşan de ye

Ajansa AFP radigihîne ku di êrîşên çekdarên serhilda de li ser taxa Şêx Maqsud ya Kurdan de, li Helebê 18 sîvîl hatine kuştin, 70 kesên din jî birîndar bûn.

AFP dide zanîn ku di nav qurbanîyan de jineke ducanî (avis) jî heye û piranîya sîvîlên ku hatine kuştin zarok in û jin kesên kal û pîr jî di nav qurbanîyan de ne.

Dîrektorê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) head Rami Abdel Rahman ji ajansê re gotiye ku êrîşên ser Şêx Maqsud mînakeke zelal ya şikandina agirbesta li Sûrîyê ye.

“Di êrîşeke giran ya topan de 18 sîvîl hatin kuştin ku 3 ji wan zarok, 2 ji jin in. Yeki ji wan jinan ducanî bû, ya din jî jineke pîr bû,” daxuyanîya SOHRê got.

XS
SM
MD
LG