Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Hewil Didin ku Şengalê ji Destê DAIŞê Rizgar Bikin


Piştî êrîşln koalîsyonê dûyên stûr ji esmanên Şengalê bilind dibin

Şervanên Kurd bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Amerîkî çend deverên dora bajarê Şengalê ya li bakurê Îraqê ji destê DAIŞ’ê standin û xistin bin kontrola xwe.

Karbidestên Kurd dibêjin,hêzên wan gundên her du alîyên Şengalê kontrol dikin û rêya serekî ku ji Mûsilê dihere navenda DAIŞ’ê Raqqa jî xistine bin kontrola xwe.

Rêya girîng ku bi navê Otobana 47 tê zanîn, ji alîyê DAIŞ’ê ve bo veguhastina sîlah, şervan, nefta qaçax û alavên din ya pere qezenckirinê tê xebitandin.

Fermangeha Navendî ya Amerîkî (U.S. Central Command) dide zanîn ku giwaştina wê bidome ku şervanên DAIŞ’ê bêne dorpeç kirin û peywendîya wan ya navxweyî bêne qut kirin.

Jêderên xwecîhî radigihînin ku dora 7,500 şervanên Kurd di operasyona rizgarkirina Şengalê de cîh digirin û yek jî armancên vê operasyona avakirina herêmeke ewle ya bo sîvîlan e.

Karbidestên Fermangeha Navendî ya Amerîkî dîyar dikin ku firokên koalîsyona navnetewî bi awayekî xurt êrîşên esmanî li dijî armancên gruba tundrê pêk tînin.

Hêjayî balkişandinê ye, endamên DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de avêtibûn ser herêma Şengalê û bi hezaran Kurdên Êzîdîyan qir kiribûn.

XS
SM
MD
LG