Hêzên Kurd do êvarê dest bi operasyoneke berfireh kir ku bajarê Şengalê ji destê DAIŞê rizgar bikin.
Koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka jî bi êrîşên esmanî piştgirî dide operasyona rizgarkirina Şengalê.
Di vê raporta nûçegîhanê me Selam Balayî de, Berpirsê Ragihandinê yê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Saîd Memûzûnî agahî li ser wê operasyonê dide.