Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şepol Ebasî: Yilmaz Guney Ez Kirim Evîndarê Sînema


Sînema hunera heftemîn e ku di paxila xwe de mûzîk, şêwekarî, çîrok û afsanên jiyanê vedişêre.

Şepol Ebassî, bi filmê Rê yê derhînerê navdar Yilmaz Guney, pêlika pêşîn di warê sînema de avêt.

Shepol Abassi
Shepol Abassi

Şepol di sala 1980'ê de li Tebrîz- Îranê ji dayik bû.

Di sala 1999'an de jibo xwendina zanistên kompîterî derbasî zanîngehê bû.

Di sala 2008'an de li Tebrîzê derbasî xwendina sînema bû.

Ji destpêka karê xwe ve, Şepol li nêzî 40 film afirandine û piranîya berhemên wî belgefilim in, ku di wan de hin bîroke û bawerîyên xwe di derbarî jîyanê de, tîne ziman.

Şepol di beşê Farisî de ya Dengê Amerîka de kar dike û xwedîyê bernama Ekran e.

Filmê Şepol yê dawî, bi navê (Insan Heywanekî Kedî ye), ku çîroka şer û bandora wê li ser mirovan ta dawîya jîyana wan.

shepol abbasi
shepol abbasi

Şepol bi hezkirin û bawerî karê hunerî dike, bi kamera re dilsoz e bo afirandina berhemeke ciwan, bi sûde û balkêş.

please wait

No media source currently available

0:00 0:18:00 0:00

XS
SM
MD
LG