Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervan Îbrahîm: Divê Her Du Encumen Li Ser Rêvebirîya Kantonan Lihev Bikin


Bizavkarê sîyasî yê Kurdên Sûrîyê Şervan Brahîm, nîqaş û nirxandinên li ser Cenev 2 û pirsa Kurdistana Sûrîyê ji Dengê Amerîka re şîrove dike.

Ew bi taybet balê dikişîne ser nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi rêya sîyasetvana Kurd Leyla Zana ji Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî re şandîye.

“Di pişt derîyên girtî de danûstandinên li asta bilind destpê kirine ku hêvî heye her du encumenên Kurdên Sûrîyê li hevdu vegerin û di rêvebirîya kantonan de jî hêza xwe bikin yek.”

Bizavkarê Kurd li ser civînên Cenev 2 dibêje, heta niha ti encamên pratîk tune ne û nabe ku çareserîyek ji wan derkeve.

Ew bibîr dixe, jibo dahatuya Sûrîyê sîstema federalîya qewmî ne mimkun e, lê federalîya sîyasî dikare bibe rêbazeke çareserîyê.

Şervan Îbrahîm destnîşan dike, “Opozîsyona Ereb çi jê tê xwestin wê dike, lê Kurd naxwazin keda xwe bi destketinên biçûk berhewa bikin, loma jî rêvebirîyên kantonan wek çareserîyeke rojane ye û dibe rojên pêş jibo tevahîya Sûrîyê jî bibe mînak.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:46 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG