Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe Karvekişîna Xwe Ragihand


Serokwezîrê Japonya Shinzo Abe îro Înê karvekişîna xwe ragihand.

Shinzo Abe bi preskonferansekê dîyar kir ku wî jiber kêşeyên saxlemîyê biryara karevekişînê daye.

Abe di serê axaftina xwe de bal kişand ser rewişa vîrusa korona ya li welêt, da zanîn ku pêketinên nû kêm bûne û bo wî dema herî baş ya karvekişînê niha ye.

‘’Saxlemîya min ji dawîya Nîsana borî vir ve xirab dibe. Ez naxwazim ku biryarên sîyasî yên girîng jiber nexweşîya min bi şaşî encam bidin’’ Abe got.

Wî di dewama axaftina xwe de spasîya gelê Japonya kir û pirsên ser rêvebirîya li dû wî nebersîvandin.

Shinzo Abe, hefteya borî bûbû serokwezîrê Japonya yê herî zêde li ser kar maye.

Ew di sala 2007’an de jî jiber nexweşîya ulseratîf kolît ji serokwezîrîyê vekişîbû, lê piştî dermankirinê di sala 2012’an de jinûve dest bi kar kiribû.

XS
SM
MD
LG