Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Piştrast Dike ku Omer Şişanî Miriye


Amerîka dibêje, fermandarekî navdar yê DAIŞ'ê ku wek Omer Şişanî tê nasîn, berî hefteyekê jiber birînên giran mir, piştî ku êrîşên esmanî ew di dema operasyona Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) li Şedadê kiribû armanc.

Karbidestên berevanî yên Amerîkî ragihandibû ku Şişanî di dema civinekê de, ligel 12 şervanên din yên DAIŞ'ê hatiye kuştin, lê dû re wezaretê dîyar kiribû ku ew ji êrîşa esmanî filitîye, lê do Duşemê miriye.

Navê rastîn yê Şişani Tarkhan Batirashvili ye û ew yek jî fermandarên herî navdar ye DAIŞê ye.

Hêjayî bîrxistinê ye, hikûmeta Amerîkî Şîşani wek hevtayê “wezîrê berevanî” yê DAIŞê nav kiribû û $5 mîlyon dolar xelat danabû serê wî.

Şişani di sala 2006'an de li dijî artêşa Gurcistanî û 2008'an de jî li dijî artêşa Rûsî şer kiribû û çar sal pişt re li Sûrîyê, wek fermandarê DAIŞ'ê yê bakurê Sûrîyê xwane bûbû.

XS
SM
MD
LG