Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Shmygal Dibêje Ukrayna Hemî Şertên Yekîtîya Ewrupa Cîh Anîne


Serokwezîrê Ukrayna Denys Shmygal îro Duşemê got ku Kîevê hemî şertên Yekîtîya Ewrupa (YE) bi cîh anîne.

Shmygal dîyar kir ku welatê wî, ku şer lê heye, dixwaze bibe endama blokê.

Ukrayna, ku di sala 2014’an de şoreşeke YE’yî pêk anî, dijî dagirkerîya Rûsya şer dike.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dibêje welatê wî layîq e ku îsal bo endamtîyê dest bi danûstandinan bike.

Shmygal dîyar kir ku wan bo Buroya Dijî Bertîlê serokekê nû erkdar kiriye û komek reformên ku ji hêla YE’ê ve têne xwestin temam kirine.

‘’Ukrayna her heft şertên YE’ê bi cîh anîn’’ wî li ser Twitterê nivîsî.

Wî got ku ev biryardarîya wan ya bo endamtîyê nîşan dide.

XS
SM
MD
LG