Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Şîa Bang li Îraqîyan Dike ku Amerîka Protesto Bikin


Rêberê Şîayên li Îraqê Muqteda El Sadr bang li Îraqîyan kir ku dijî Amerîka xwepêşandanan li dar xin.

El Sadr di rojên borî de kuştina Generalê Îranî Qasim Silêmanî rexne kiribû û ser hebûna Amerîka ya leşkerî ya li Îraqê gotinên giran kiribûn.

Wî ji Twitterê ji Îraqîyan xwest ku dijî hebûna Amerîka ya li Îraqê û bo şermezarkirina binpêkirina mafên mirovan protestoyan çêkin.

Rêberê Şîa ser dem û cîhê protestoyan ti agahî neda.

Ji alîyê din ve li Qada Tahrîrê ya Bexda ya paytexta Îraqê xwepêşandanên dijî hikûmetê didomin.

Hin şirovekar dibêjin ku ger ser banga El Sadr xwepêşandan çêbe dibe ku di navbera komên ji hev cuda de pevçûn çêbin.

XS
SM
MD
LG