Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Bombeyî de 13 Şîa li Bexda Hatine Kuştin


Di êrîşeke bombeyî de herî kêm 13 Şîa li Bexda hatine kuştin, bi kêmî ve 28 kesên din jî, ku piranî jin û zarok in, birîndar bûn.

Karbidestên Îraqî dibêjin, otomobîlek îro Duşemê li taxa Saydiyah hate peqandin, di dema ku zîyaretvanên Şîa diçûn ser tirba Îmam Musa el-Kadim ku kesitîyekî pîroz yê Şîayan e.

Demûdest ti kes berpirsîya êrîşê ranekir ser xwe, lê Dewleta Îslamî (DAIŞ) pir caran êrîşên wî rengî pêk tînin.

Çekdarên DAIŞê roja Şemîyê jî êrîşeke wiha kiribûn û li dervayê paytaxt Bexda 23 Şîa kuştibûn.

Hêjayî gotinê ye, her sal bi dehan hezar Şîa, bo serdana mezergeha îmam Musa tên Bexda.

XS
SM
MD
LG