Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Sîdo: Eger Hêzên Mezin li Hev Nekin, Pirsa Sûrîyê Çareser Nabe


Dr. Kemal Sîdo
Îran pêşnîyara şandina çavdêrên herêmî dike bo Sûrîyê di bizavekê de jibo bi dawî anîna tundûtûjîyê li wî welatî.

Wezîrê derve yê Îranê Elî Ekber Salihî di kombûneke taybet bi Sûrîyê de li Qahîre pêşnîyara hinartina çavdêran kir.

Kemal Sîdo, berpirsê beşê Rojhilata Navîn li Komela Gelên di Bin Gefê de, dibêje ku pêşnîyara Îranê serkeftî nabe çunkî konsepta çareserkirina pirsa Sûrîyê tuneye.

Dr. Sîdo dibêje ku hêzên mezin, bi taybet Amerîka, Rûsya û Çîn li ser Sûrîyê li hev nekin, pirsa Sûrîyê çareser nabe.

Birêz Sîdo herwiha dibêje ku tawanbarê sereke yê kuştina gelê Sûrîyê Beşar El Esed e, lê belê rola Îran, Tirkîye, Saûdî û Qeterê gelek mezin bû di zêdekirina tundûtûjîyê li Sûrîyê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG