Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê Sievierodonetsk Dibêje Hêzên Rûsî Nîva Bajêr Girtiye


Wêranîya bajarê Sievierodonetsk

Oleksandr Striuk, bajarvanê Sievierodonetsk îro Sêşemê ragihand ku hêzên Rûsî kontrola nêzî nîva bajêrê li rojhilata Ukraynî bi dest xistiye.

"Nîva bajêr ji aliyê Rûsan ve hatiye girtin û şerekî dijwar li kolanan didome," Striuk got.

Wî ji AP re got ku li bajêr şerekî giran berdewam dike û jiber bombebarana topan jiyana bi hezaran sivîlên li bajêr wêrankirî di xeterîyê de ye.

“Rewş pir giran e û bajar bi awayekî hovane qad bi qad tê wêran kirin. Artêşa Ukraynî li hember givaştin û êrîşa hovane ya hêzên Rûsî berxwedana xwe didomîne."

Striuk da zanîn ku li bajêr dora 13 hezar kes mane ku şênîya wê ya berîya şer nêzî 100 hezar kes bû.

Wî ragihand ku ji destpêka dagirkirina Rûsya di 24’ê Sibatê de vir ve li bajêr zêdetirî 1.500 kes hatine binax kirin, lê wî got ku ew hejmara rastîn ya kuştîyên sîvîl nizanin.

Striuk dîyar kir ku sivîl jiber gulebaranên rasterast û hilweşîna avahîyan di bin kavilên avahiyên wêrankirî de dimirin loma gelek kes xwe li jêrzemînan û penagehan vedişêrin.

Bi alîyekî din ve, alîgirên cudaxwaz yên Rûsya jî qebûl dikin ku girtina bajêr wê demeke dirêjtir bigire.

Ajansa TASS ya dewleta Rûsî ji zarê Leonid Pasechnik, rêberê Komara Gel ya Luhanskê ya alîgirê Moskowê ragihahd ku piranîya Sievierodonetsk di bin kontrola wan de ye.

Pisporên leşkerî yên Rojavayî dibêjin Moskow hêza mirovî û hêza erîşkirinê ya li seranserê enîya mayî bi kar anîye ku kontrola Sievierodonetsk bi dest bixe.

XS
SM
MD
LG