Walîtîya Silêmanî îro Sêşemê ragihand ku di nav 6 mehên borî de 110 jinên li Silêmanî jiber gefên dijî wan, malên xwe terkandin û xwe sipartine sitargehan.
Omer Gulpy, berpirsê Karên Civakî yê Walîtîya Silêmanî di preskonferansekê de herwiha ragihand ku jimareke kal û pîrên ji 65 salî mezintir jî ji malên xwe çûnê navendên lênerîna kesên temenmezin.