Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eşkerekirina Bandek Tawankaran li Silêmaniyê


Banda diziyê li Silêmaniyê
Banda diziyê li Silêmaniyê

Li bajarê Silêmaniyê bandek tawankar hat desteserkirin piştî ku doh Sêşemê zêdetir ji Milyar dînarên Îraqî dizîbûn.

Di Preskonferansekê de li Silêmaniyê êvariya Çarşemê bi amadebûna lîwa Hesen Nurî, rêveberê giştî yê Asayîşa bajarê Silêmaniyê û Aso Şêx Taha berpirsê Polîsên Silêmaniyê ragihandin ku piştî dizîna paran di demek kin de serdavên banda dizyê hatin eşkere kirin.

Banda diziyê li Silêmaniyê
Banda diziyê li Silêmaniyê

Bi alîkariya rêveberîya polîsan, revebrîya asayîşê û hêzên dije teror, di demek diyarkirî de hemû endamên bandê hatin girtin û li xwe mukir hatin ku wan ew pere birine, pereyên ku hatbûn dizîn hatine dîtin, niha lêkolîn li dij wan tê destpêkirin.

Kenalên herêmî û Gel TV video û wêneyên girtina bandê dan weşandin û mediya navxweyî li herêma Kurdistana Îraqê jî ciyek berfireh da bûyerê.

Ji hejî bîrxistinê ye ku pereyên hatbûn dizîn mehaneyên saziya saxlemiyê bûn li Silêmanayiê.

XS
SM
MD
LG