Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzgarê Silêmaniyê li Ser Bûyera Teqekirina 'Serçinar' Hate Deng


Bajarê Silêmaniyê
Bajarê Silêmaniyê

Parêzgarê Silêmaniyê derbarê bûyera şeva derbazbûyî li herêma toristîk ya Serçinar li Silêmaniyê got, dê li gor yasayê serederî li gel bûyerê ête kirin, dema ku gulebarandin pêkahtî di navbera hêzên ewlekarî û yekîneke komandoyan de ku di bûyerê de hejmarek kes birîndar bûn.

Asayîşa Silêmaniyê jî, îro Sêşemê daxuyaniyek weşandiye û behsa hûrgiliyên wê bûyerê dike.

Şeva borî, piştî peydabûna kêşeyê di navbera hêzên ewlekariya Silêmaniyê û keçeke Şêx Jafar Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, derbarê pirsa nasnamê ji keçikê hatiye kirin, şer di navbera hêzên ewlekariya Silêmaniyê û yekenîya komandoyan ya girêdayî Şêx Jafar rûdaye, hejmarek çekdaran ji her du aliyan birîndar bûne. Hin ji birîndaran niha li jêr çavdêriya dixtoran de ne li nexweşaxaneke Silêmaniyê.

Dr. Heval Abûbekir parêzgarê Silêmaniyê di daxuyaniyekê de bo Dengê Amerîka ragihand û got "Aliyên têkildar komîteke lêpirsîna pêkanîye, li gor yasayê dê serederî li gel aliyê bêxem ête kirin."

Asiyşa Silêmaniyê di daxuyaniya ku îro Sêşemê weşandî ye dibêje, dema ku hêzên ewlekariya di erkê xweyê fermî de bûn, şofêrek pêgiriyê bi yasayê nake û hêzeke çekdar ji derveyî yasyê bikar tîne û êrişî ser hêzên ewlekariyê dikin, bi gulebarandinê li hember hêzên ewlekariyê radiwestin. Weke di daxuyaniya Asyaişê de hatiye "Di pevçûnan de 6 endamên asayişê û yek polîs birîndar bûne."

Herwiha asayîşa Silêmaniyê tekez li ser wê dike ku tedbîrên yasayî dê jibo komîta lêkolînan hêlin, hemû aliyan dilrihet dikîn ku bi çi awayî destberdanê ji erkê xwe yê niştîmanî nabîn, bo parastina serûmalê welatiyan û aramîya bajar de, jibo wê armancê em amdenê her qurbanîdanekê ne.

Şêx Jafar Şêx Mistefa, Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, îşaret bi wê yekê da ku, ew bûyer hatiye mezinkrin, hin kes hene nan û pîvazê pê dixûn û tekez li ser çareseriya wê kêşeyê kirîye.

XS
SM
MD
LG