Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrî Daxwaza Çekan ji YE Dike


Opozîsyona serekî ya Sûrîyê bang li Yekîtîya Ewropa dike ku lêz û bez çekan bide serhildayan, piştî ku yekîtî biryar da ku ambargoya sîlahan ya ser rikeberan rake

Konseya Netewî ya Sûrî îro Çarşemê bi daxiyanîyekî got, ew daxwaz ji Yekîtîya Ewropa dike ku sîlahên pêşketî bide serhildayan ku rê li ber êrîşên hovane li dijî serhildayan bigirin.

Biryara Yekîtîya Ewropa derfet dide welatên endam ku bi serê xwe çek bidin serhildayan.

Lê, Brîtanya û Fransa jî nav de, ti welat eşkere nekiriye ku ewê sîlah bişînin serhildayan yan ne.

Hin welat li benda encama konferansa navnetewî ne ku ji alîyê Amerka û Rûsya ve tê kirin û dixwaze dawî li şerê du salan bîne.
XS
SM
MD
LG