Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongres Şandina Alîkarîyê ji Serhildayên Sûrî re Paş Dixe


Ajansa Reuters radigihîne ku komîyetên Kongresê plana şandina çekên Amerîkî ji serhildayan re radiwestînin bi tirsa ku ew sîlah dikarin bikevin destê mîlîtanên Îslamî.

Herwiha, nêrîna ku ew çek nikarin roleke girîng di paşeroja vê kêşeyê de bilîzîn, sedemeke din e ku şandina çekan hate sekinandin.

Komîteyên îstixbaratî yên Civata Senatoran û ya Nûneran li paş derîyên girtî ew xem û fikarên xwe ragihandin, piştî ku rêvebirîya Serok Obama biryar dabû ku sîlah bişîne serhildayan.

Li gor jêderekî Amerîkî yê li welatekî Ereb û jêderên opozîsyona Sûrî, heta niha ti alîkarîya ku Amerîka eşkere kiribû, negiheştîye destê serhildayan.

Endamên Demokrat û Komarî yên komîteyan di xemê da ne ku grubên wek Cepheya Nusra dikarin xwe bihegînin sîlahên Amerîkî.

Cepheya Nusra yek ji grubên herî karîger e li Sûrîyê û wek baska El Qaydê ya li wî welatî tê nasîn.
XS
SM
MD
LG