Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Îraqê Bajarê Sunnî Jinûve Kontrol Dikin


Hêzên ewlekarîya Îraqî bajarê Silêman Beg jinûve xistin bin kontrola xwe, piştî ku çekdaran bê şer û pevçûn ji wê derê derketin.

Tê ragihandin ku di tundûtûjîya nav çar rojan de dora 150 kes li seranser Îraqê hatine kuştin.

Karbidest dibêjin, mîlîtanên Sunnî ji bajarê Silêman Beg vekişîn, piştî danûstandinan ligel rûspîyên xwecihî û rêberên êşîrên deverê.

Kontrolkirina bajarê Silêman Beg ya roja Pêncşemê di demekê de hat ku hêzên hikûmetê avêtibûn ser bajarê Hawîca û herî kêm 53 kes kuştibûn.
XS
SM
MD
LG