Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sînan Onal: Ti Kes Nikare Bêje Rola BDP’ê Çî ye


Duwemîn kongreya Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ya awarte, roja Yekşemê li Enqerê pêk hat.

Di wê kongreyê de dîsa Selahedîn Demirtaş û Gultan Kişanak wek hevserokên BDP’ê hatin hilbijartin.

Sînan Onal, nûnerê BDP’ê li Washington dibêje ku pêvajoya sîyasî jibo yekîtîya Kurdan û azadîya gelê Kurd di rewşeke gelekî awarte de derbaz dibe û “bi vê wesîlê kongreya me peyamên gelekî dijwar da gelê Kurd, gelê Tirkîyê û cîhanê tev.”

Birêz Onal herwiha dibêje ku piştî vê kongreyê helwêst û sîyaseta me bi gelê me re hîn bêhtir zelal bû û ti kes nikare bêje rola BDP’ê çî ye.

Derbarê beşdarîya kesatî û nûnerên partîyên Kurdî di kongreya BDP’ê de, birêz Onal got ku kongre rengîn derbas bû û jibo yekîtîya gelê Kurd kongreya BDP’ê tiştekî gelekî nû bû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG