Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Tundîya Etnîkî de 27 Kes li Çînê Hatin Kuştin


Medyaya dewletî ya Çînê dibêje, di şerekî etnîkî de herî kêm 27 kes ku Herêma Sîncan (Xinjiang) hatine kuştin.

Ajansa fermî ya nûçeyan, Xinhua ragihand, êrîş demeke zûtir ya Çarşemê destpê kir û çeteyên bi kêr û satoran êrîşî polîsxaneyekê û avahîyên hikûmetê kirin.

Raporta Xinhua herwiha ragihand, êrîşvanan kesên ku derketin pêş wan, kêr kirin, otomobîlên polîsan ji dan ber êgir û 9 kes kuştin. Di encama maytekirina (mudaxele) polîsan de 10 êrîşvan hatine kuştin.

Ajansa Xinhua dîyar kir ku polîsan 3 êrîşvan desteser kirin û hin jî li jimareke din yên êrîşvanan digere. Lê, Xinhua zelal nekir sedama wan alozîyan çi ye.
XS
SM
MD
LG