Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Sansûra li Ser Sînema Kurdî Zêde Dibe


Kamîrevan Weysî Altay derhênerê Filmê "Nû Jin"
Kamîrevan Weysî Altay derhênerê Filmê "Nû Jin"

Li Tirkîyê bi taybetî di demên dawî de her ku diçe jibo sînemagerên Kurd çêkirina fîlman zehmetir dibe.

Sinemagerên Kurd dema bi nasnameya Kurdî û zimanê Kurdî fîlman çêdikin an rastî sansûrê tên yan jî jiber van fîlmên xwe têne darizandin.

Herî dawî belgefîlma Derhêner Weysî Altay ya bi navê “Nû Jîn” jî, yêk ji van mînakan e. Belgefîlma Nû Jîn tekoşîna sê jinên girêdayî Yêkîneya Parastina Jin (YPJ) ya di şerê Kobanê de li hember DAÎŞê hatî dayîn dide ber çavan.

Hem jibo Derhênerê fîlmê Altay doz hat vekirin, hem ji jibo Dîcle Anter Rêveberê Sînemaya Batmanê ya Yilmaz Gûney jî, jiber ku di sînemayê de cîh daye vê fîlmê bi îdîaya “propagandaya rexistana terorê” doz hat vekirin.

Di îdîanameyê de, hat dîyar kirin jiber ku di afîşa belgefîlmê de alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û yên Yêkîneya Parastina Jin (YPJ) xuya dike wekî suc hatin dîtin.

Dadgehê jibo Altay û Anter 2 sal û 6 meh cezayê zindanê birî. Derhênerê belgefîlma “Nû Jîn” Weysi Altay li ser van cezayan axîfî wî got “Cezayê jibo belgefîlma Nû Jîn hat dayîn, bi rastî nayê fêhm kirin. Jiber ku belgefîlm di dema şerê Kobanî hat kişandin. Şêre Kobanê ya sala 2014’an hemû cihanê bi weşana zindî temaşe dikir.

Herwiha dibêje, "di heman demê de, di dimenên belgefîlma Nû Jîn de yên ku hatine bikaranîn di 24 televîzyonên Tirkîyê de wî çaxî dihatin weşandin. Min jî ji van dîmenan û dimênen wekî wan belgefîlm kişand. Dema şerê Kobanê de ez li wir bûm. Min hevpeyvîn girtin û hin dîmen li wir kişandin, Her çiqas film nehatîye temaşe kirin jî, belgefîlm hat ceza kirin. Jiber vê yekê jî ev biryar ne hiqûqî ye, sîyasî ye.”

Altay li ser sansûra sinemaya Kurdî ji got, ne tenê li ser sînemaya Kurdî di heman demê de li ser çand û hunera Kurdî bi salana sansûrek heye û wiha anî ziman û got “Mixabin sansûra li ser gelek beşan heye. Di mîhrîcanan de heye, di nêrîn û temaşe kirinê de heye. Alîkarîyê de heye û herwiha di alîyê pyskolojîk de jî heye. Dîsa di çapemenîye de jî sansûrek heye. Filmek çiqas serkeftî be jî nayên nîqaş kirin. Mînak belgefîlma Nû Jîn ya hat ceza kirin, heta niha di qada navnetewî de bi dehan xelat girt. Û 6-7 xelatên yêkanîyê ji girt. Lê dîsa ji di çapemenîya Tirkîyê de cih ne girt. Yanê her awayî her qada jîyanê de sansûra li ser sînemaya Kurdan û Kurdistanê heye”

Li alîyê din Altay anî ziman ku roj bi roj sînemaya Kurdî pêş dikeve û li qada navnetewî de jî xwe re cihek fireh dibîne.

Sansora li ser sînemayê li Tirkiyê zêde dibe
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:20 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG