Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîyên Sîyasî Jiber Êrîşa Parlamentarên BDP’ê Hevdu Sûcdar Dikin


Êrîşa komên neteweperest ku li dijî parlamanterên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) li bajarê Sînop'ê pêk hat, wekî babeta sereke li rojeva Tirkîyê tê nîqaş kirin.

Karbidestên partîyên sîyasî yên li Tirkîyê piştî dengvedana li bîragiştî ya êrîş û protestoyên li dijî parlamanterên BDP’ê hevdu sûcdar dikin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) jiber ku bûne sedem ji van rûdanan re tawanbar dike. Ew, dide xuya kirin, grubên ji MHP û CHP’ê di nav wê provokasyonê de cî girtine.

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî dide zanîn, pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd tenê bi gotinên şîrîn pêş nakeve. Xanim Kişanak dîyar dike, jiber ku pêşîya êrîşan nehatîye girtin, karbidestên herêmî û navendî sûcdar in.

Parlamanterê BDP’ê yê Dîyarbekirê Altan Tan jî li parlamenê pirsan li Serokê Parlamenê Cemîl Çîçek dike û dibêje, ‘Birêz Serokê Meclîsê çaxê 4 parlamanter dihatin lînç kirin, tu li ku derê bûyî?’

Parlamanterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder ku di nav şandeyê de cî digire, taybetî daxuyanîyên şaredarê Sînop’ê yê CHP’yî Bakî Ergul wekî sedema provokasyonê nîşan dide ku berîya serdana wan li rojnameyên herêmî hatibûn weşandin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG