Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sirbistan Wek Bertek, Firînên ji Montenegro Qedexe Dike


Belgrad, Serbistan
Belgrad, Serbistan

Sirbistanê firînên kompanîya helên esmanî Montenegro Airlines ya dewleta Montenegro yên ji wî qedexe kirin, piştî ku wê dewletê red kir ku sînorên xwe ji Sirbistanê re veke.

Hikûmeta Montenegro bi sedema ku vîrusa koronayê hêşta li wê derê berdevam e, ew biryar dabû.

Rêvebirîya Esmangerîya Sivîl ya Sirbistanê got ku ew biryar hate dayîn jiber ku bizava Montenegroyê bandorê li ser wekhevtîya hatûçûya esmanî dike.

Serokwezîrê Montenegroyê Dusko Markovic roja Duşemê dabû zanîn ku welatê wî ji vîrusa koronayê paqij bûye ku li wî welatî tenê 324 pêketin û 9 mirin pêk hatibûn.

Markovic herwiha gotibû Montenegro dê sînorên xwe jibo rêwîngên ji wan welatan re veke ku rêjeya nexweşîyê serê 100,000 mirovan ne zêdetirî 25 pêketinan e.

Lê, jiber ku li Sirbistanê rêjeya pêketinan ji pîvana Montenegro bilindtir e, ew di wê lîstê de cîh negirtibû.

Sirbistanê, ku 7,2 mîlyon rûniştvanên wê hene, heta niha 11,227 pêketin û 239 mirinên ji vîrusa koronayê ragihandine.

Sirbistanê, di serê wê mehê de dema ku rêjeya vîrusa koronayê daketibû, sînorên xwe ji piranîya cînarên xwe yên wek Montenegro, Hirvatistan (Kroatya) û Macaristanê (Hungarya) vekirîbûn.

Serokwezîra Sirbistanê Ana Brnabic daxwaz ji hemwelatîyên xwe kir ku neçin Montenegroyê. “Divê em neçin cîhê ku em nayên xwestin," Brnabic got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hejmarên mezin yên Sirbistanî bo geryanê seredana Montenegroyê dikin.

XS
SM
MD
LG