Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîretvana Trump: Ez jî Qurbanîya Destdirêjîya Seksî Me


Kellyanne Conway

Şîretvana Qesra Sipî Kellyanne Conway dîyar kir ku dema ew ciwan bûye li wê jî destdirêjîya seksî kirine.

Conway ya 51 salî, ji CNN’ê re bê ku hûrgilîyan bide da zanîn ku endamekî Kongresî li wê destdirêjî seksî kiriye.

‘’Ez bi xwe qurbanîya destdirêjîya seksî me. Jiber wê ez qurbanîyên destdirêjîya gelek baş fehm dikim’’ Connway got.

Conway, dema berevanîya Berbijarê Dadgeha Bilind Brett Kavanugh kir, ew gotin kirin.

Dengdana bo Kavanugh, jiber ku Trump bo wî fermana vekolînê dabû FBI’yê, hatibû taloq kirin.

Di rûniştina li komîsyona Senato de, Christine Blasey Ford, Kavanugh bi destdirêjîya seksî tawanbar kiribû.

FBI, îdiayên Deborah Ramirez jî, ku ew jî Kavanugh bi destdirêjîya seksî tawanbar dike, vedikole.

Conway dîyar kir ku berpirs li gor fikrên sîyasî yên qurbanîyan û sûcdaran biryaran didin û da zanîn ku ew şaşîyeke mezin e.

XS
SM
MD
LG