Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêrwan Mela Îbrahîm: Rûsya Daxwaza Berjewendîyên Xwe yên Piştî Nemana Esed Dike


Serokê Sûrî Beşar El Esed, rast, û Serokê Rûsî Dmitrî Medvedev (erşîv).

Amerîka û Fransa ji Civata Tenahî ya Neteweyên Yekgirtî dixwazin ku tepserkirina xwepêşanderan li Sûrîyê şermezar bike.

Lê belê li gor Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov, hikûmeta Moskow piştevanîya diyalogê dike li navbera Serokê Sûrî Beşar El Esed û opozisyonê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, rojnamevan û bizavkar Şêrwan Mela Îbrahîm dibêje, "peyama Rûsî pitir jibo welatên xwedan hêz e ne jibo hikûmeta Sûrîyê.”

Wî herwiha got ku “Rûsya daxwaza berjewendîyên xwe yên piştî nemana Beşar El Esed dike.”

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Şêrwan Mela Îbrahîm re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li alîyê rastê vê rûpelê kilik bike.

XS
SM
MD
LG