Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîrwan Berko: Bernivîsa Saudî Erebistanê Baş e Lê Ne Bes e


Sîrwan Berko: Bernivîsa Saudî Erebistanê Baş e Lê Ne Bes e

Hikûmeta Saudî Erebistanê dê bernivîseke nû pêşkêşî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bike derbarê rewşa Sûrîyê. Bernivîs gelekî nêzîkî ya Komkara Erebî ye ku ji Rûsya û Çînê li Civata Ewlekariyê hatibû vetokirin. Ew dibêje pêwîst e berî her tiştî kuştin were rawestandin û Serok Beşar el-Esed dest ji kar berde da ku rê li ber damezrandina hikûmeteke niştimanî vebe.

Di hevpeyvînekê ligel Pişka Kurdî ve, rojnamevan Sîrwan Berko, ji Radyoya Almanyayê, dibêje pêwîst e bêtir fişar û guvaştin li ser rejîma Sûrîyê ji aliyê civaka navneteweyî bên kirin da ku berî her tiştî xwîn were rawestandin. Birêz Berko dibêje lê di dawiyê de ev krîza Sûrîyê çareser nabe eger karekî leşkerî nebe.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvîn, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG