Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sûrî: Jibo Parastina Sîvîlan li Helebê Em Hêzên Xwe Paşve Dikşînin


Hin sîvîlên ku li herêmên bin kontrola serhildayan aslê mane
Hin sîvîlên ku li herêmên bin kontrola serhildayan aslê mane

Berdevkekî opozîsyona Sûrî dibêje hikûmeta Beşar Esad li rojhilata Helebê êrîşên xwe zêde kirine û jibo ku jîyana sîvîlan nekeve bin talûkeyê hêzên opozîsyonê paşve dikişin.

Îro Duşemê yek ji pêşengên Nur-el Dîn-el Zînkî, Besam Hecî Mistefa, ku bi çekdarên li hindurê Helebê peyîvîye, da zanîn ku êrîşên li ser herêma destê opozîsyonê pir giran in.

''Çekdarên opozîsyonê jibo ku herêmên di dest wan de mane biparêzin çi ji dest wan tê dikin,'' Mistefa got.

Çekdarên opozîsyonê di sala 2012’yan de piranîya Heleb'ê di dest xwe xistibû. Artêşa Sûrîyê ragihand ku 98 ji sedê Helebê ketîye bin kontrola hêzên wê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ku nêzî hêzên opozîsyonê ye, dîyar kir ku hîn jî ji 7 ji sedê Helebê di dest opozîsyonê de ye.

Ji destpêka êrîşan ve bi deh hezaran sîvîl ji rojhilata Helebê derbasî herêma ku di bin kontrola hikûmetê de bûn. Êrîşên hikûmetê ji serê vê mehê ve zêde bûne û hîn jî bi deh hezaran sîvîl li herêmên bin kontrla hêzên opozîsyonê asê mane.

XS
SM
MD
LG