Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McGurk Serdana Meclîsa Sîvîl ya Reqa Kir


Brett McGurk li Eyn Îsa

Nûnerê Taybet yê Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê yê Amerîka Brett McGurk, tevî şandeyeke ku ji karbidest û fermandarên payabilind pêk dihat, serdana endamên Meclîsa Sîvîl ya Reqa kir.

Endamên meclîsê û karbidestên Amerîkî, li qerargeha Meclîsa Sîvîl ya Reqa ya li Eyn Îsa kom bûn.

Nûnerên meclîsê dîyar kir ku bi şandeyên koalîsyonê re tim civînan li dar dixînin û ew dê hevdîtinên xwe bidomînin.

Di civînê de, statuya Reqa û mijarên başkrina peywendîyên bi gelê wî bajarî re hatin axaftin.

Yek ji endamên meclîsê Amed Sido, ji Dengê Amerîka re ragihand ku di civînê de mijara herî girîng rîskên leşkeri û rêbazên pûçkirina wan rîskan bûye.

Sido dîyar kir ku ew derbarê çareserîya kêşeya Surîyê axifîne û herwiha xizmetên rêvebirîyê ya piştî rizgarkirina Reqa jî wek mijara sereke hatîye axaftin.

XS
SM
MD
LG