Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye 4 Kesan bi Sîxurîyê Tawanbar Dike


Tirkîyê 4 kesan tawanbar dike ku pêzanînên nepênî firotine Îranê, rojnameya Today's Zaman îro Duşemê ragihand.

Dozgerekî Tirk îro Duşemê dibêje, îhtîmal heye ku heagihand.ta 20 salan cezayê zindanê li wan kesan bêne birîn, bi sedema ku wan belgeyên taybet û nepênî firotine Tehranê.

Dozgerî di îdîanameya 115 rûpelî de dîyar dike agahîyên sirrî yên ser Hêzên Çekdar yên Tirk, Sazîya Îstixbaratî ya Netewî (MIT) û jimareke sazîyên din yên dewletê jî hatine eşkere kirin.

Li gor dozgerî, ajanên Îranî hewil didin ku agahîyên taybet li ser rêvebirên girîng yên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) hîn bibin.

Tê gotin ku Îran ji yek ji bergumanan xwestiye ku fotoyên avahîya BDP’ê û yên hikûmetê bigire. Her wiha dîyar bû ku 2 ji wan kesên girtî, Îranî ne.
XS
SM
MD
LG