Serokwezîra Skotlandê Nicola Sturgeon îro Duşemê got ku referanduma serxwebûnê wek bijareyeke girîng li pêş wan e.
Wê got ku ger London hewil bide ku wê referandumê asteng bike, dibe ku ew jibo destûra darxistinê, serî li dadgehê bide.
"Ez ne tiştekî red nakim, ne jî ez biryara her tiştî didim," wê ji Sky News re got.
Îskoçya refaranduma serxwebûnê ya di sala 2014'an de nexwestin ku ji Brîtanya veqetin, lê piranîya anketan niha dîyar dikin ku aligirên serxwebûnê zêde bûne.
Pispor bal dikşînin ku tevî referanduima borî, Skotlandî ji peyvajoya derketina ji Yekîtîya Ewrupa (Brexit) û şêwaza rêvebirina hikûmeta Brîtanî ya krîza COVID-19, piştevanîya bo cihêbûna ji Brîtanya xurt kiriye.
Li ber e hilbijartinên parlamentoya Îskoçya dê di Gulanê de pêk were û pêşbînî heye ku Partîya Netewî ya Îskoçî (SNP) ya Sturgeon serketî be.
Sturgeon dibêje ku encama hilbijartinê wê dîyar bike ku ewê helwesteke çawa bigirin.
Serokwezîrê Brîtanya Borîs Johnson gotibû ku di referanduma 2014'an de Îskoçî bi % 55 dengan dijî serxwebûnê derketibûn loma referandumeke din ne pêdivî ye.
Lê anketên dawîyê nîşan didin ku piştevanîya ji Johnson re li Skotlandê pir hindik. Herwiha Brexit jî mijareke serekî ye ku berevajîya Îngîlîzan, piranîya Îskoçî di refaranduman 2016'an de deng dabûn ku di YE de bimînin.
"Dema ku em di peyvajoya dawîkirina ji COVID'ê de ne, pir girîng e ku em hemî derfet û hêzên xwe bo jinûve avakirina Îskoçyayê bidinf, ne jibo cîhaneke ku Johnson û alîgirên Brexite dixwazin bibînin, " Sturgeon got.