Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McConnell Dixwaze Temenê Kirîna Cixare Bike 21 Salî


Serokê piranîya Civata Senatoran Mitch McConnell îro Pêncşemê ragihand ku ew hazirîya pêşnîyarekê dike ku temenê kirîna cixarê, cixareyên elektronîk û berhemên din yên titûnê bilind dike û ji 18 salî bike 21 salî.

McConnell bal kişand ser berfirehbûna rêjeya bilind ya karanîna titûnê di nav xortên nûgheştî de ku vê gavê li Amerîka kêşeyeke mezin ya civakî ye.

Wî got ku pêşnîyara qanûnê wê di meha Gulanê de were pêş Civata Senatoran.

Daxuyanîya McConnell di vê demê tê ku jimareke eyaletên Amerîkî ketine bizavan ku rê li ber belavbûna karanîna cixarê bigirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku New Jersey, California, New York û Maryland jî di nav de 12 istanên Amerîkî temenê kirina berhemên titûnê kirine 21 sal.

Lêkolîneke sala 2015’an ya ji alîyê Akadmeîya Netewî ya Saxlemî (National Academy of Medicine) nîşan dabû ku 90 ji sedê cixarekêşên rojane di 19 salîya xwe de dest bi karanîna titûnê kirine.

Heman lêkolîn pêşnîyar kiribû ku ger temenê kirîna cixanê bibe 21 salî, hîngê pêşî li 223,000 hezar mirinên girêdayî wê dikarin werin girtin.

XS
SM
MD
LG