Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SNC: Hêş Hêvîya Me bi Plana Aştîya Annan Heye


Nûnerên Civata Niştîmanîya Sûrî ya opozisyon SNC dibêjin ew hêş dixwazin derfetê bidin plana aştîyê ya nûnerê navneteweyî Kofî Annan kar bike. Lê Lîsa Şilayn ji Jinêvayê raportê dide ku ew dixwazin pêngavên din bên rakirin eger bizavên diplomatîk bo dawî anîna alozîyê li Sûrîyê bi ser nekeftin.

Nûnerên Civata Nîştimanîya Sûrîya dibêjn ew bi tundûtîjî û bêrehmîya zêdebûyî ji layê hikûmeta Sûrî ve li dijî xelkê sivîl dilgiran in lê ew bi wî karan heyrî nemane.

Ew dibêjin hikûmetê li heftîya berî 10 ê meha 4, anko wextê dîyarkirî bo hindê hêzên Sûrî çekên giran ji bajara û bajarokan vekêşin, ji nişka ve êrîşên xwe li dijî herêmên xelkê sivîl lê akincî zêdetir kir. Ew dibêjin di nav vî demi de pitirî 1,000 kesan hatin kuştin. Lê ew hijmare nikare bi awayek serbixwe bê piştrastkirin.

Lê gropên opozisyonê diden zanîn ew hêşte dixwazin derfetekê biden plana aştîyê ya Annan. Peyvdara SNC Besme Qezmanî dibêje rêkeftek din ya girîng roja Pêncşemê 12 ê mehê ye. Ewa demek e ku plana aştîyê dîyar kirîye alîyên rekeber hemi kiryarên dujminahî û şerî ragbigirin.

Roja Sêşemê li Moskow, wezîrê derveyê Sûrîyê Welîd el-Moellem got hikûmeta wî destkirîye bi rêvebirina plana bêrêz Annan bo dawî anîna tunûtîjîyê.

Qezmanî dibêje eger plan Annan bi ser nekeve, nabe çi mijar bên veder kirin. Ew dibêje Arteşa Azad ya Sûrîyê hivî dike Ciavata Tenahîya Neteweyên Yêkgirtî biryarek tund pesend bike. Ew dixwaze Civat birgeya 7ê ya desûra ya NY bêxe kar, ku rêkê dide wê civatê kiryarên leşkerî û yên neleşkerî bigre ber bo hindê aştî û ewlekarîya navneteweyî bi cî bike.

Hevdem, peyvdara opozisyonê dibêje Civata Nîştimaniya Sûrî hêş girêdayî hivîyên xwe ye li ser plana Annan. Ew dide zanîn ew kar girînge û hemi endamên Civata Tenahîyê piştîvaniya wê diken, û divîya derfeta pêdivî jêre bê dan ku bi ser bikeve.

XS
SM
MD
LG