Kontratcîyê berê yê îstixbarata Amerîkî Edward Snowden, tê ragihandin ku, daxwaza mafê penaberîyê ji Rûsya kirîye.
Kremlîn jî dibêje, Snowden dikare li welêt bimîne, bi şerta ku ew nema agahîyên nepenî yên ser programên veşartî yên Amerîkî belav bike.
Edward Snowden ê 30 salî îro Înîyê li Firngeha Moskow, bi awuqatên xwe û berevankarên mafên mirovan re hevdîtinek kir.
Hinek jî wan ji kesên ku Snowden dîtin, ji medyayê re gotin ku Snowden dixwaze li Rûsya bimîne, jiber ku Amerîka pasaporya wî pûç kiriye û ew nikare bifire cîhekî din.
Sê welatên Amerîkaya Latînî Venezuela, Bolîvya û Nîkaragua mafê penaberî pêşkêşî Snowden kirin.
Amerîka ji Rûsya dixwaze ku Snowden radestî wê bike ku wî bi tawana xiyanetê bîne pêş dadgehê, lê Rûsya wê daxwazê red dike.