Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li gundê Buraydej yê li bakurê Hama goreke komî hatiye dîtin.
SOHR da zanîn ku li gora komî pirtir ji 17 term hatin dîtin û dîyar kir ku ew term yên wan kesan in ku di dewra rejîma Beşar Esad de hatine girtin.
Jêderên SOHR’ê 1’ê Sibatê jî ragihandibû ku li nêzî Subayxan ya li rojhilata Dêrezorê gorek hatiye dîtin ku di wê de jî termên 6 zarokên 15-17 salî hebûne.
Li gor ragihandina SOHR’ê ew zarok bi qasî salekê berê dema pez diçêrandine ji alîyê mîlîsên bi piştgirîya Îranê ve hatine revandin.
Raporên SOHR’ê nîşan didin ku ji ketina Esad vir ve i herêmên cuda yên Sûrîyê 18 gorên komî hatine tesbît kirin û di wan de termên 1,649 kesan hatine dîtin.
Rejîma Esad piştî şerê navxweyî ya 13 salan, Berfanbara 2024an bi pêşveçûna beza ya serhildayên Sûrî ketibû.
Kontrola Şam ya paytext ketibû destê serhildayên bi pêşengîya Heyet Tahrîr El-Şam û Esad revîbû Moskowê.