Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşên Esmanî de 13 Kes li Rojhilata Helebê Hatin Kuştin


AFP ji zarê Çavdêrîya Mafên Mirovan ya Sûrî (SOHR) ragihand ku di êrîşên esmanî yên ser deverên bin kontrola serhildayan de, herî kêm 13 kes li rojhilata Helebê hatin kuştin.

Dîrektorê SOHRê Rami Abdul Rahman da zanîn ku ne zelal e êrîşên li ser taxa Marjeh ji alîyê firokên rejîmê yan ji alîyê firokên Rûsî ve hatine kirin.

Bi alîyekî din ve, Moskowê rexneyên giran li sîyaseta Amerîka kir ku bawerîya xwe bi Rûsya nîne û wek hevkareke wekhev danûstandinên ligel wê nake.

"Amerîka derheqa kêşeya Sûrî carna wek hevkarekê nade, nastîne û her dem ne amade ye ku li ser bingehên wekhev danûstandinê bike,” Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Ryabkov îro ji ajansa TASS re got.

Ryabkov got, “polîtîkaya Moskow ya ser Sûrîyê bi tevahî maqulane ye û armancên wan ji alîyê piranîya civata navnetewî tên parve kirin.”

XS
SM
MD
LG