Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Pirtir jî 300,000 Kes di Şerê Navxweyî yê Sûrî de Hatin Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Sêşemê dibêje, di şerê navxweyî yê Sûrî de heta niha pirtir jî 300,000 kes hatine kuştin.

SOHR dide zanîn ku di nav qurbanîyan de 59,000 leşkerên hikûmetê û pirtir jî 86,000 sîvîl hene. Di hejmara mayîn de serhilda, şervanên bîyanî, mîlîtanên Hîzbullah û kesên ku ji artêşa Sûrî revîne hene.

SOHR bal dikşîne ku îhtîmal e hejmara kuştîyên nav şerê navxweyî 70.000 pirtir bin, jiber ku komên xirabkar endamên xwe yên kuştî ranagihînin û gelekên din jî bêxwedî dimirin.

Hejmara dawî ya Neteweyên Yekbûyî(NY) li ser kuştîyên li Sûrîyê, di sala 2015’an de 250.000 kes bû û piştî hîngê NY nema hejmara qurbanîyan tomar kiribû.

XS
SM
MD
LG