Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşên Sûriyê de 16 Çekdarên Îraqî yên Aligirên Îranê Hatin Kuştin


Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov "SOHR" dibêje, di êrîşên esmanî da yên li rojhilatê Sûriyê pêkahtîn, 16 çekdarên Îraqî yên girêdana wan bi Îranê re heye hatin kuştin.

Ramî Abdurahman, rêveberê komela Çavdêriya Mafên Mirov li Sûriyê ku bingeha wan ya sereke li Brîtanya dimîne gote ajansa Frans Press "AFP", serê sibeya roja Pêncşemê êrîşên esmanî bo ser Rojhilatê Sûriyê û bingehên Hizbullaha Îraqê, li bajarê Meyadîn û bingehên Heşda Şaabî li wê herêmê pêkhatine li başûrê bajarê Albu Kamal li parêzgeha Dêrezorê.

Ramî Abdurahamn got"Herî kêm 16 çekdar hatine kuştin, di nava kuştiyan da 7 endamên Hizbullaha Îraqê hene."

Herwiha 3 otombîl û embareke çek û teqemeniyan wêran kirîye, dîsan dibêje, ew di wê bawerê dane ku êrîş ji aliyê firokên cengê yên Îsraîlê ve pêkhat bin.

Çavdêriya Sûrî di hesaba xwe ya twîterê da jî, raportek weşandîye û dide zanîn ku pêşbînî tê kirin hejmara kuştiya zêdetir bibe, jiber ku birîna hin birîndaran giran e".

Çend demjmiran berî êrîşa serê sibê, firokên Îsraîlê êrîş birbû ser firîngeha leşkerî ya T4 li patêzgeha Humsê ya li navenda Sûriyê.

Ajansa dewletê SANA daxuyaniyek leşkerî weşand ku têda hat ragihand û got, demjimêr 10:23ê şeva borî firokên Îsraîlê firîngeha T4 daye ber mûşekan, lê hêzên berevaniya esmanî ya Sûrî piraniya mûşekên wan têkşkandine, ti ziyanek giyanî nebû, tenê ziyanên madî hene.

Çavdêr, weha didin zanîn ku heta niha Sûriyê reaksyonek zelal li hember êrîşên Îsraîlê nebûye, pir caran jî, ziyanên ji ecama êrîşan pêk tên vedişêre.

Li Sûriyê pir caran êrîşên weha pêk tên, lê Îsraîlê kêm caran behsa wan erîşan kirîye, lê berdewam hişyarî daye hikûmeta Sûrî ku ew qet rê nade hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê û çekê pêşkeftî bo Hizbullaha Lubanî bişîne bi rêya Sûriyê.

XS
SM
MD
LG