Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku endamên koma El Hamza ya bi piştgirîya Tirkîyê ji rûniştvanên çend gundên Efrînê baca bi navê cejnane distîne.
SOHR da zanîn ku divê her malbateke xwedîyê erd û zevîyên ku ji berhem ji wna cîhan digirin, 5000 lîrayên Sûrî bidin wê komê tundrê.
Komeke din ya bi navê Sultan Murad jî ser rûniştvanên gundê Koblak ya Şêran ferz kiribû ku ger xanîyên ku ew lê dimînin ne mulkê wan be, 200 dolarên Amerîkî bac bidin wê.
Tevî ku hin kes bi destûra xizmên xwe yan jî bi kirêdarî li wan vîhan dimînin jî, armanca wê bcê ew e ku rûniştvanan neçar bike ku ji gund derkevin û çûna wan kesên ne Kurd bînin gund.
SOHR herwiha dide zanîn ku di çend rojên dawî de pirtir ji 70 kesan hatine desteser kirin û piştî dayîna serî kesekî 100000 heta 250000 lîrayên Sûrî Sew kes hatine berdan.