Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Şam Hin Hêzên Din Dişîne Gutaya Rojhilat


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku Artêşa Sûrîyê li enîyên nû yên Gutaya Rojhilat, bi sedan leşker bi cîh kirine.

Rêberê SOHR’ê Ramî Abdulrahman dîyar kir ku hêza herî kêm ji 700 leşker pêk tê, roja Sêşemê ji Halebê bi rêketîye û li enîyên li rojavayê Gutaya Rojhilat bi cîh bûne.

Artêşa Sûrîyê bi hevkarîya Rûsya, ji 18’ê Sibatê vir ve operasyona dijî Gutaya Rojhilat berfirehtir kiriye.

SOHR’ê da zanîn ku di êrîşan de bi kêmî ve 800 sîvîl hatine kuştin û 40 ji sedê Gutaya Rojhilat ketîye destê hêzên Esad.

XS
SM
MD
LG