Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Artêşa Sûrî Bajarê Dîrokî ya Helebê Xist Bin Kontrola Xwe


Heleba dîrokî
Heleba dîrokî

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku artêşa Sûrî ya bi piştgirîya Rûsya tevahîya bajarê dîrokî ya Helebê xistiye bin kontrola xwe.

SOHR ragihand ku leşkerên rejîma Esad zûtirîya Çarşemê texên wek Bab al-Hadid û Aghior standin, piştî ku serhildayên dawî jî paşve kişîn.

SOHR do Sêşemê jî ragihandibû ku pirtir taxên din yên li bajarê kevin yên wek al-Shaar ku navenda fermandarîya serhildayan bû, kete destê rejîmê.

Ketina bajarê dîrokî ya Helebê di şerê navxweyî ya Sûrî dem ji serhildayên dijî Esad re darbeyeke giran e û serkeftineke girîng ji hikûmeta Sûrî re ye ku ji mêjve hewil dida wê derê kontrol bike.

Artêşa Sûrî radigihîne ku ew bi kêmî ve 75 ji sedê rojhilata Helebê kontrol ku herî kêm 250,000 sîvîl lê dijîn.

Hêjayî balkişandinê ye ku hîn beşên Heleba dîrokî ji alîyê UNESCO ve wek qada mîrasa mirovahî hatibû ragihandin û dîdevan niha dibêjin ku ew cîhên dîrokî wêran bûne.

XS
SM
MD
LG