Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Herî Kêm 23 Kes di Peqîna Îdlibê de Hatin Kuştin


piştî peqîneke li Îdlibê, arşîv

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku bi kêmî ve 23 kes di peqîneke li Îdlibê de hatine kuştine û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

SOHR’ê da zanîn ku peqîn li navendeke serildayan pêk hatîye û ji kuştiyan 7 kes sîvîl in.

Peqîna li herêm Talathin çawa pêk hatîye hîn zelal nebûye. Li gor hin raportan peqîn bi maşîneyeke bombebarkirî li dar ket û li gor hinên din jî bi firoka bêmirov êrîş li dar xist.

SOHR’ê da zanîn ku di bin kavilên avahîyan de gelek kes mane û hin sîvîlên li wê herêmê jî wenda ne.

XS
SM
MD
LG